10 Mayıs 2019 Cuma

Bawerî


Bawerîyên Gelêrî


Bawerîyên gelêrî xwe digihênin demên dêrin. Mirov nizane wan ji kîjan çaxê dest pê kirîye û heta îro hatine. Li gorî herêm, bajar, navçe û gundan awayên wan diguherin. Bawerîyên olî gelek tesîrê li ser wan çêdikin. Di bawerîyên gelêrî da sê hêl hene, yek hêla xelatê ye ji bo teşwîqkirina hin kirinan e, yek hêla cezayê ye ji bo rêlibergirtina hin kirinan e, dîsa hêla bêyomîyê heye ku ew jî neyinî ye û ji bo rêlibergirtinê ye, hêleka sisêyan jî bi awayê çavdêrî û şibandinê xwe digihêne hêvî û bendewarîyê. Xelat û cezayên bawerîyên gelêrî bê asas bin jî bawerîyên gelêrî gelek jê armancên wan hene. Mirov dikare bawerîyên gelêrî wekî perwerdeya navxweyî ya civakê jî bihesibîne. Lewra ji bo endamên civakê bi hev ra bijîn lazim e hin rê û rêzik hebin. Wextê em bala xwe didin bawerîyên gelêrî em dibînin ku di wan da armancin hene, hinek jê ji bo rê li ber qeza û belayan bên girtin hatine gotin, hinek ji wan ji bo tendirustîya însanan in, hinek jê ji bo parastina pergala navxweyî ya civakê ne, hinek bi paqijîyê ra, hinek bi risq, nisîb û bolvirîyê ra eleqedar in, hinek jê bi xêr û gunehan ra eleqedar in û reh û rîşalên wan ên dînî hene, hinek ji wan jî sûdek di wan da tune ye, lê bi rêya tecrube, çavdêrî û şibandinê hêvî û bendewarîyê çêdikin. Helbet ji bo mirov tesnîfeka baş bike divê keresteyên gelek herêman li ber destê mirovî bin. Xebatên ku heta niha hatine kirin kêm in û li gorî tesnîfkirinê bi qisûr in. Lazim e li ser bawerîyên gelêrî xebat û lêkolînên berfireh bên kirin, min vê nivîsa xwe li gorî herêmeka berteng û keresteyên li ber destê xwe lê kir. Tesnîfa min jî dîsa li gorî wan keresteyan bû. Hin bawerîyên gelêrî û armancên wan bi vî awayî ne:


Qeza û Bela

Armanca van bawerîyan rêlibergirtina qeza û belayan e. Li ser meselê, wextê sabûnê bi kefa destê xwe ji yekî bistînî dibêjin dê dilê we ji hev bimîne, armanca vê bawerîyê rêlibergirtina qeza û belayan e, sabûnê bi kefa destê xwe bigirî dibe ku tu bişemitî û qezayek çêbibe, êvaran benîştî bicûyî dibe ku di devê xwe da ji bîr bikî û pê bifetisî. Hin ji van bawerîyan ev in:

Ava germ li erdê nedihat kirin, digotin cin û zarokên wan hene.       
Dibêjin cilan çep li xwe mekin merivekî we dimire.
Dibêjin xwe di ser zarokan ra neavêjin qama wan dirêj nabe.
Yek ji malê wechê xwe daleqîne musîbetî ye. 
Dibêjin êvarê agir pê bixin Gurê Manco tê.
Dema ku yekî sabûn dida yekî din, ê din sabûnê bi pişta destê xwe jê distend ku dilê wan ji hev nemîne.     
Êvaran dema ku benîşt dihat cûtin digotin goştê mirîyan e.   




Tendirustî

Mebesta gotina van bawerîyan ji bo tendirustîyê ye, gelek jê li ser tendirustîya pitikan hatine gotin. Mesela dibêjin pişta stûyê zarokan maçî nekin dibin sût û sîpe, sedema vê yekê ew e ku mirov xwe nêzî pitikan bike dibe ku nexweş bikevin, dibêjin kesê çil rojan sîr nexwe îmana wî nuqsan e, xêra sîrî zêde ye, wextê demeka dirêj nexwî ji bo tendirustîyê ne baş e. Hinek ji van bawerîyan ev in:

           
Kesek çil rojan sîr nexwe dibêjin îmana wî nuqsan e.
Çîta zer bavêjî ser çavan zerika bebikan dikeve.         
Pitikê heta çil rojî nîşanî tu kesî nadin dibêjin ne baş e.         
Pişta stûyê pitikê maçî neke dibe sût û sîpe.
Digotin pişta stûyê zarokan maçî nekin hûn ê ji hevdu bixeyîdin.
Binê lingê bebikê maçî neke qama wê dernakeve.
Destê xwe di serê bebikan da medin aqil namîne.



Pergal

Hemû bawerî bi giştî ji bona pergala civakê bin jî, hinek ji wan yekser ji bo pergal û nîzama navxweyî ya civakê ne, parastina xwezayê jî di nav vê da ye. Mesela, dibêjin hûn bifîkînin gazî şeytanî dikin, mirv dizane ku wextê zarok bifikînin xirecir çêdibe, dibêjin şimik berovajî be û mirov rast nake şeytan li ser limêj dike, li vir meseleya esil bêpergalî ye. Hinek ji van bawerîyan ev in:

Dema ku hinekan difîkand digotin wisa nekin hûn gazî şeytanî dikin.          
Digotin êvaran bêjingê ji cîranan nestînin û nedin wan, ne baş e.
Dema mêvan bê û neçe, xwê dixin solê wî û li rêya wî direşînin ku biçe.       
Digotin bi zarê kesan mekin guneh e.
Hîv dihat girtin li tenekeyan dixistin digotin ejdîya ew xwarîye nehêlin.       
Dema ku şimik berovajî bibûya guneh bû, digotin şeytan li ser nimêj dike.
Secade li erdê bimîne şeytan li ser limêj dike.
Dibêjin mirov zêde di serşokê da bimîne cin tên mirovan.    
Wextê yek biçûya cihekî tû dikirin erdê, heke di wextê xwe da nehata digotin gurî dibe.
Dibêjin hûn beqan bikujin di destê we da belalûk tê. 
Ji zarokan ra digotin hûn ranekevin Gurê Manco tê we dixwe.



Paqijî

Paqijî jî yek ji mijara perwerdeya navxweyî ya civakê ye ku bi rêya bawerîyên gelêrî civakê xwestîye tesîrê li ser vê meseleyê bike. Mesela dibêjin êvaran niqira bitenî bidî cîranan û ji wan bistnî ne baş e, li vir meseleya tenî û êvarê heye ku dibe sebeba qirêjîyê, dibêjin tu neynûkên xwe jê nekî dê bibe sergoyê şeytanî, ev jî esil ji bo rê li ber qirêjîyê bê girtin hatîye gotin. Hinek ji van bawerîyan ev in:

Digotin êvaran niqira bitenî ne ji cîranan bistînin ne jî bidin wan, ne baş e.
Neynûkên xwe jê nekin dibin sergoyê şeytanî.
Neynûkan neavêjin erdê, dibêjin guneh e bi piranî dixin qulikên dîwaran.   
Dibêjin êvaran şirt li malê mexin cin top dibin.
Dibêjin tu porê xwe biavêjî erdê yek pê lê bike serê te diêşe.



Risq û Nisîb û Bolvirî

Ji bo risq, nisib û bolvirîyê jî gelek bawerîyên gelêrî hatine gotin. Mesela dibêjin nanê şewitî yê li ber tenûrê bixwî pereyan li erdê dibînî, mesele ew e ku risq e û bê avêtin bolvirî ye, şîv tê ber te tu şîva xwe nexwî dibêjin şîv digirî ev jî meseleya risq û nisîbî ye. Hinek ji van bawerîyan ev in:

Nanê şewitî yê tenûrê bixwî pereyan li erdê dibînî.    
Tu pê li nanî bikî kor dibî.
Tu şîvê nexwî şîv digirî.
Nanê pêşîyê bixwî jina te yan jî mêrê te dimire.
Mirov nanî navêje erdê guneh e.
Hûrikê nan bixwî pereyan li erdê dibînî.
Nanê ewil yê tenûrê bixwî mêr bî jina te jin bî mêrê te dimire.
Nanî li erdê bibînin sê caran maçî dikin li enîya xwe didin û radikin.
           

Xêr û Guneh

Ev bawerî xwe digihênin reh û rîşalên dînî. Mebest ji wan xêr û guneh in, mesela, ji be rçîroka wna a dînî kuştina gumgumokê xêr e lê eva hechecik guneh e. Hinek ji wan ev in:

Av li agirî nedikirin digotin guneh e.
Roja çarşemê xwe bişoyî guneh e.
Dibêjin xwê li agirî mekin guneh e.
Tu gumgumokan bikujî xêr e.
Kuştina hechecikan guneh e. 


Bendewarî

Bawerîyên ku xwe li bendewarîyê digirin bêhtir bi rêya şibandinê xwe digihênin encamekê, xuyaye ku di van bawerîyan da, tecrube û çavdêrîyeka baş jî heye. Hinek ji van bawerîyan ev in:

Wextê ku darikê çayê bi ser îskana çayê bikeve dibêjin mêvanê me heye.
Kefa destê yekî bixure dibêje ji min ra pere tên.         
Sol dema ku diketin ser hev, berê yê li ser li kû bûya, digotin rêya ta bi wir ve ye.     
Hevîr ji teştê bipekîya digotin mêvanên me hene.
Di nava serê yekî da du gilolik hebin dibêjin du jinan dike.   
Binê lingê te bixure tu diçî cihekî.
Dema ku zarokekî biçûk hundirê malê bimale dibêjin mêvanê me heye.      
Dema ku du kesan şer dikir ku û yekî bixwesta şerê wan gur bibe şimika xwe bi singalê ve berovajî bi dar da dikir. 
Mehkemeya yekî hebe pisîka reş digirin dixin bin quşxaneya tenîkirî heta mehkeme biqede. Dibêjin selamtî ye.


Bahoz Baran

Nîşe: Ev bawerî bêhtir ji derdora Amedê hatine berhevkirin.


           



Peyvên kêmnas ên herêma Pasûrê - 1


Bahoz Baran

Peyvên kêmnas ên herêma Pasûrê - 1

Aperîbûn:
l.z.>m.
Windabûna ji nişkê ve ya kes û tiştekî. Gelek caran bi gotina “cim û celatî bû” ra jî tê gotin.
Nimûne:
Evîn dîsa aperî bû.
Ehmedê Meyro aperî bû, cim û celatî bû.

Avbaskirin:
l. z.>m. Avdana ne têr û tijî, avdana kêm.
Nimûne:
Camêr, mişar avbas kirine.

Avkuştîkirin:
l. z.>m. Ji ber avdana zêde, rewşa çilmisîn û pelisîna nebatan.
Nimûne:
Te dara xwe avkuştî kirîye.

Dalîç
n. z.>m. Darikê ku dixin ber devê qula lîçê ku pê avê hêdî hêdî berdin.
Nimûne:
Dalîçê pir mehejîne.

Dendîs:
r. z.>nt. Mirovên hişyar ên ku guhê wan li ser her tiştî ye, di binî da tiştan digerînin, mirov bi wan nizane.
Nimûne:
Felemez, merivekî dendîs e.
Derxûn:
n. z.>m. Qapaxê ku datînin ser devê amanan.
Nimûne:
Derxûn gêr bû li devê dîzê ket.

Dêdvang:
n. z.>m. Darika bipaçik a ku li nav erd û bîstanan tê çikandin da ku heywan jê bitirsin û zirarê nedin zad û bîstanan.
Nimûne:
Dêdvanga me bi kêrî me hat.

Eybdar:
r. z.>nt. Tiştê ku hîle gihaştîyê. Tiştê ku ji kewna xwe ketîye.
Nimûne:
Evê çoka min a hanê, eybdar e.

Gango:
r.z.>n.t Kesê ku nizane bilîze, nizane henekan bike.
Nimûne:
Evê gango xwe daye wir çi dike?

Herdimcan:
r. z>nt. 1. Gîyayek e ku di cîyên avî da, di keviran da tê. Hertim şîn û geş e. 2. Kesê ku tim li ser xwe ye, nakeve, rûyê wê/wî dibiriqe.
Nimûne:
Gula wî geş e, bextê wî xweş e, tu dibê qey herdimcan e.

Lopîç:
r. z.>n.t Tiştên qalind, tiştên bênezaket, tiştên çors.
Nimûne:
Tu çima wan xeberên lopîç ên nexweş didî?
Van kefçîyên lopîç bigire biavêje.

Lorgoz:
r. z. >nt. Kesê negihaştî, xama.
Nimûne:
De du xortên lorgoz in, dev ji wan berde.

Mişepil:
r. z.>nt. Kêlîkî, berwarkî, rexkî.
Nimûne:
Baran mişepil tê.
Rast neçû, mişepil çû.

Pîrêçiz:
r.z.>nt. Tarîya ku mirov nema ber xwe dibîne. Tarîya tarî, zilûmat.
Nimûne:
Bû tarîya pîrêçiz.
De ka di vê pîrêçizê da em ê bi ku da herin?

Pêgo(g):
r. z.>nt. Kes, cih û tiştê ku ketîye nav dest û lingan.
Nimûne:
Welatê me, bûye pêgoyê xelkê.

Rêpankirin:
l. z.>m. Payîna li rêya kesekî. Li bendemayîna rêya kesekî. Rewşa çavlirêbûnê. Ev peyv bê lêkera kirinê jî tê gotin.
Nimûne:
Ez ji zû va ye rêpana te dikim.
Ji ber rêpana te, xew neket çavan.

Rûçarox:
r. z.>nt. Kesê ku ar û fedî pê ra tune ye. 
Nimûne:
Wî rûçaroxî, em rezîl kirin.

Ricalxeyb:
r. z.>nt. Kesê dinênedî, kesê ku wextê çav bera tiştan dide nema xwe digire û radihêje wan.
Nimûne:
Mêrik yekî ricalxeyb e, em jê aciz in.

Singal:
n. z.>m. Darikê ku bi dîwarî da dikutin û cilan pê ve dikin.
Nimûne:
Hela vî çakêtî biavêje wê singalê.

Şavî
r. z.>nt. Cihê ku dar û devî û dirik û strî lê gur bûne û rê nadin ku mirov tê ra derbas bibe, cihê asê.
Nimûne:
Ev der şavî ye, em ji cihekî din derbas bibin.

Termexîr:

r. Z.>nt. Kesê ku xîret lê bûye wekî termekî, kesê ku tu tişt ji desta nayê. Tiralê tiralan.
Nimûne:
Merivekî termexîr e, dev jê berde.

Werzeba:
n. z.>n. Bayê ku serê meha nîsanê li gupikên daran dixe û serê wan diteqîne û bi xêra wî dar kulîlkan vedidin.
Nimûne:
Werzeba, dereng ma, daran gul veneda.

Zavoq:
n.z.>n. Rêyên ku di navbera sînorên baxçe û zevîyan da dimînin, sîdar in, bi piranî av jî di wan da tê.
Nimûne:
Berê xwe da zavoqê jêrîn.

Zirêbûn:
l.z.>m. Piştî derbaskirina derzîyê, rewşa girêka ku li tayî dikeve û nahêle ta bikişe.
Nimûne:
Ta zirê bû, nakişe.

Zoqeboq:
r. z.>nt. Kes û tiştên tewşo mewşo.
Nimûne:
De ji xwe ra li min û vî zoqeboqî!


Berhevkar: Bahoz Baran

(Gotox: Kemal Polat, Temen: 90, Herêm: Amed-Pasûr, Gundê Masirto)
(Gotox: Xanim Taman, Temen: 63 Herêm: Amed-Pasûr, Gundê Masirto)

Nîşe: Ev nivîs di kovara "Folklora Me"yê da hat weşandin.


Bawerî

Bawerîyên Gelêrî Bawerîyên gelêrî xwe digihênin demên dêrin. Mirov nizane wan ji kîjan çaxê dest pê kirîye û heta îro hatine. Li gor...