10 Mayıs 2019 Cuma

Peyvên kêmnas ên herêma Pasûrê - 1


Bahoz Baran

Peyvên kêmnas ên herêma Pasûrê - 1

Aperîbûn:
l.z.>m.
Windabûna ji nişkê ve ya kes û tiştekî. Gelek caran bi gotina “cim û celatî bû” ra jî tê gotin.
Nimûne:
Evîn dîsa aperî bû.
Ehmedê Meyro aperî bû, cim û celatî bû.

Avbaskirin:
l. z.>m. Avdana ne têr û tijî, avdana kêm.
Nimûne:
Camêr, mişar avbas kirine.

Avkuştîkirin:
l. z.>m. Ji ber avdana zêde, rewşa çilmisîn û pelisîna nebatan.
Nimûne:
Te dara xwe avkuştî kirîye.

Dalîç
n. z.>m. Darikê ku dixin ber devê qula lîçê ku pê avê hêdî hêdî berdin.
Nimûne:
Dalîçê pir mehejîne.

Dendîs:
r. z.>nt. Mirovên hişyar ên ku guhê wan li ser her tiştî ye, di binî da tiştan digerînin, mirov bi wan nizane.
Nimûne:
Felemez, merivekî dendîs e.
Derxûn:
n. z.>m. Qapaxê ku datînin ser devê amanan.
Nimûne:
Derxûn gêr bû li devê dîzê ket.

Dêdvang:
n. z.>m. Darika bipaçik a ku li nav erd û bîstanan tê çikandin da ku heywan jê bitirsin û zirarê nedin zad û bîstanan.
Nimûne:
Dêdvanga me bi kêrî me hat.

Eybdar:
r. z.>nt. Tiştê ku hîle gihaştîyê. Tiştê ku ji kewna xwe ketîye.
Nimûne:
Evê çoka min a hanê, eybdar e.

Gango:
r.z.>n.t Kesê ku nizane bilîze, nizane henekan bike.
Nimûne:
Evê gango xwe daye wir çi dike?

Herdimcan:
r. z>nt. 1. Gîyayek e ku di cîyên avî da, di keviran da tê. Hertim şîn û geş e. 2. Kesê ku tim li ser xwe ye, nakeve, rûyê wê/wî dibiriqe.
Nimûne:
Gula wî geş e, bextê wî xweş e, tu dibê qey herdimcan e.

Lopîç:
r. z.>n.t Tiştên qalind, tiştên bênezaket, tiştên çors.
Nimûne:
Tu çima wan xeberên lopîç ên nexweş didî?
Van kefçîyên lopîç bigire biavêje.

Lorgoz:
r. z. >nt. Kesê negihaştî, xama.
Nimûne:
De du xortên lorgoz in, dev ji wan berde.

Mişepil:
r. z.>nt. Kêlîkî, berwarkî, rexkî.
Nimûne:
Baran mişepil tê.
Rast neçû, mişepil çû.

Pîrêçiz:
r.z.>nt. Tarîya ku mirov nema ber xwe dibîne. Tarîya tarî, zilûmat.
Nimûne:
Bû tarîya pîrêçiz.
De ka di vê pîrêçizê da em ê bi ku da herin?

Pêgo(g):
r. z.>nt. Kes, cih û tiştê ku ketîye nav dest û lingan.
Nimûne:
Welatê me, bûye pêgoyê xelkê.

Rêpankirin:
l. z.>m. Payîna li rêya kesekî. Li bendemayîna rêya kesekî. Rewşa çavlirêbûnê. Ev peyv bê lêkera kirinê jî tê gotin.
Nimûne:
Ez ji zû va ye rêpana te dikim.
Ji ber rêpana te, xew neket çavan.

Rûçarox:
r. z.>nt. Kesê ku ar û fedî pê ra tune ye. 
Nimûne:
Wî rûçaroxî, em rezîl kirin.

Ricalxeyb:
r. z.>nt. Kesê dinênedî, kesê ku wextê çav bera tiştan dide nema xwe digire û radihêje wan.
Nimûne:
Mêrik yekî ricalxeyb e, em jê aciz in.

Singal:
n. z.>m. Darikê ku bi dîwarî da dikutin û cilan pê ve dikin.
Nimûne:
Hela vî çakêtî biavêje wê singalê.

Şavî
r. z.>nt. Cihê ku dar û devî û dirik û strî lê gur bûne û rê nadin ku mirov tê ra derbas bibe, cihê asê.
Nimûne:
Ev der şavî ye, em ji cihekî din derbas bibin.

Termexîr:

r. Z.>nt. Kesê ku xîret lê bûye wekî termekî, kesê ku tu tişt ji desta nayê. Tiralê tiralan.
Nimûne:
Merivekî termexîr e, dev jê berde.

Werzeba:
n. z.>n. Bayê ku serê meha nîsanê li gupikên daran dixe û serê wan diteqîne û bi xêra wî dar kulîlkan vedidin.
Nimûne:
Werzeba, dereng ma, daran gul veneda.

Zavoq:
n.z.>n. Rêyên ku di navbera sînorên baxçe û zevîyan da dimînin, sîdar in, bi piranî av jî di wan da tê.
Nimûne:
Berê xwe da zavoqê jêrîn.

Zirêbûn:
l.z.>m. Piştî derbaskirina derzîyê, rewşa girêka ku li tayî dikeve û nahêle ta bikişe.
Nimûne:
Ta zirê bû, nakişe.

Zoqeboq:
r. z.>nt. Kes û tiştên tewşo mewşo.
Nimûne:
De ji xwe ra li min û vî zoqeboqî!


Berhevkar: Bahoz Baran

(Gotox: Kemal Polat, Temen: 90, Herêm: Amed-Pasûr, Gundê Masirto)
(Gotox: Xanim Taman, Temen: 63 Herêm: Amed-Pasûr, Gundê Masirto)

Nîşe: Ev nivîs di kovara "Folklora Me"yê da hat weşandin.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Bawerî

Bawerîyên Gelêrî Bawerîyên gelêrî xwe digihênin demên dêrin. Mirov nizane wan ji kîjan çaxê dest pê kirîye û heta îro hatine. Li gor...