Bawerîyên Gelêrî
Bawerîyên
gelêrî xwe digihênin demên dêrin. Mirov nizane wan ji kîjan çaxê dest pê kirîye
û heta îro hatine. Li gorî herêm, bajar, navçe û gundan awayên wan diguherin.
Bawerîyên olî gelek tesîrê li ser wan çêdikin. Di bawerîyên gelêrî da sê hêl
hene, yek hêla xelatê ye ji bo teşwîqkirina hin kirinan e, yek hêla cezayê ye
ji bo rêlibergirtina hin kirinan e, dîsa hêla bêyomîyê heye ku ew jî neyinî ye
û ji bo rêlibergirtinê ye, hêleka sisêyan jî bi awayê çavdêrî û şibandinê xwe
digihêne hêvî û bendewarîyê. Xelat û cezayên bawerîyên gelêrî bê asas bin jî bawerîyên
gelêrî gelek jê armancên wan hene. Mirov dikare bawerîyên gelêrî wekî
perwerdeya navxweyî ya civakê jî bihesibîne. Lewra ji bo endamên civakê bi hev
ra bijîn lazim e hin rê û rêzik hebin. Wextê em bala xwe didin bawerîyên gelêrî
em dibînin ku di wan da armancin hene, hinek jê ji bo rê li ber qeza û belayan
bên girtin hatine gotin, hinek ji wan ji bo tendirustîya însanan in, hinek jê
ji bo parastina pergala navxweyî ya civakê ne, hinek bi paqijîyê ra, hinek bi
risq, nisîb û bolvirîyê ra eleqedar in, hinek jê bi xêr û gunehan ra eleqedar
in û reh û rîşalên wan ên dînî hene, hinek ji wan jî sûdek di wan da tune ye, lê
bi rêya tecrube, çavdêrî û şibandinê hêvî û bendewarîyê çêdikin. Helbet ji bo
mirov tesnîfeka baş bike divê keresteyên gelek herêman li ber destê mirovî bin.
Xebatên ku heta niha hatine kirin kêm in û li gorî tesnîfkirinê bi qisûr in.
Lazim e li ser bawerîyên gelêrî xebat û lêkolînên berfireh bên kirin, min vê
nivîsa xwe li gorî herêmeka berteng û keresteyên li ber destê xwe lê kir.
Tesnîfa min jî dîsa li gorî wan keresteyan bû. Hin bawerîyên gelêrî û armancên
wan bi vî awayî ne:
Qeza û Bela
Armanca
van bawerîyan rêlibergirtina qeza û belayan e. Li ser meselê, wextê sabûnê bi
kefa destê xwe ji yekî bistînî dibêjin dê dilê we ji hev bimîne, armanca vê
bawerîyê rêlibergirtina qeza û belayan e, sabûnê bi kefa destê xwe bigirî dibe
ku tu bişemitî û qezayek çêbibe, êvaran benîştî bicûyî dibe ku di devê xwe da
ji bîr bikî û pê bifetisî. Hin ji van bawerîyan ev in:
Ava
germ li erdê nedihat kirin, digotin cin û zarokên wan hene.
Dibêjin
cilan çep li xwe mekin merivekî we dimire.
Dibêjin
xwe di ser zarokan ra neavêjin qama wan dirêj nabe.
Yek ji
malê wechê xwe daleqîne musîbetî ye.
Dibêjin
êvarê agir pê bixin Gurê Manco tê.
Dema ku
yekî sabûn dida yekî din, ê din sabûnê bi pişta destê xwe jê distend ku dilê
wan ji hev nemîne.
Êvaran
dema ku benîşt dihat cûtin digotin goştê mirîyan e.
Tendirustî
Mebesta
gotina van bawerîyan ji bo tendirustîyê ye, gelek jê li ser tendirustîya
pitikan hatine gotin. Mesela dibêjin pişta stûyê zarokan maçî nekin dibin sût û
sîpe, sedema vê yekê ew e ku mirov xwe nêzî pitikan bike dibe ku nexweş
bikevin, dibêjin kesê çil rojan sîr nexwe îmana wî nuqsan e, xêra sîrî zêde ye,
wextê demeka dirêj nexwî ji bo tendirustîyê ne baş e. Hinek ji van bawerîyan ev
in:
Kesek
çil rojan sîr nexwe dibêjin îmana wî nuqsan e.
Çîta
zer bavêjî ser çavan zerika bebikan dikeve.
Pitikê
heta çil rojî nîşanî tu kesî nadin dibêjin ne baş e.
Pişta
stûyê pitikê maçî neke dibe sût û sîpe.
Digotin
pişta stûyê zarokan maçî nekin hûn ê ji hevdu bixeyîdin.
Binê
lingê bebikê maçî neke qama wê dernakeve.
Destê xwe
di serê bebikan da medin aqil namîne.
Pergal
Hemû
bawerî bi giştî ji bona pergala civakê bin jî, hinek ji wan yekser ji bo pergal
û nîzama navxweyî ya civakê ne, parastina xwezayê jî di nav vê da ye. Mesela,
dibêjin hûn bifîkînin gazî şeytanî dikin, mirv dizane ku wextê zarok bifikînin
xirecir çêdibe, dibêjin şimik berovajî be û mirov rast nake şeytan li ser limêj
dike, li vir meseleya esil bêpergalî ye. Hinek ji van bawerîyan ev in:
Dema ku
hinekan difîkand digotin wisa nekin hûn gazî şeytanî dikin.
Digotin
êvaran bêjingê ji cîranan nestînin û nedin wan, ne baş e.
Dema
mêvan bê û neçe, xwê dixin solê wî û li rêya wî direşînin ku biçe.
Digotin
bi zarê kesan mekin guneh e.
Hîv
dihat girtin li tenekeyan dixistin digotin ejdîya ew xwarîye nehêlin.
Dema ku
şimik berovajî bibûya guneh bû, digotin şeytan li ser nimêj dike.
Secade
li erdê bimîne şeytan li ser limêj
dike.
Dibêjin
mirov zêde di serşokê da bimîne cin tên mirovan.
Wextê
yek biçûya cihekî tû dikirin erdê, heke di wextê xwe da nehata digotin gurî
dibe.
Dibêjin
hûn beqan bikujin di destê we da belalûk tê.
Ji
zarokan ra digotin hûn ranekevin Gurê Manco tê we dixwe.
Paqijî
Paqijî jî yek ji mijara perwerdeya navxweyî ya civakê ye ku bi
rêya bawerîyên gelêrî civakê xwestîye tesîrê li ser vê meseleyê bike. Mesela
dibêjin êvaran niqira bitenî bidî cîranan û ji wan bistnî ne baş e, li vir
meseleya tenî û êvarê heye ku dibe sebeba qirêjîyê, dibêjin tu neynûkên xwe jê
nekî dê bibe sergoyê şeytanî, ev jî esil ji bo rê li ber qirêjîyê bê girtin
hatîye gotin. Hinek ji van bawerîyan ev in:
Digotin
êvaran niqira bitenî ne ji cîranan bistînin ne jî bidin wan, ne baş e.
Neynûkên
xwe jê nekin dibin sergoyê şeytanî.
Neynûkan
neavêjin erdê, dibêjin guneh e bi piranî dixin qulikên dîwaran.
Dibêjin
êvaran şirt li malê mexin cin top dibin.
Dibêjin
tu porê xwe biavêjî erdê yek pê lê bike serê te diêşe.
Risq û Nisîb
û Bolvirî
Ji bo risq, nisib û bolvirîyê jî gelek bawerîyên gelêrî hatine
gotin. Mesela dibêjin nanê şewitî yê li ber tenûrê bixwî pereyan li erdê
dibînî, mesele ew e ku risq e û bê avêtin bolvirî ye, şîv tê ber te tu şîva xwe
nexwî dibêjin şîv digirî ev jî meseleya risq û nisîbî ye. Hinek ji van
bawerîyan ev in:
Nanê
şewitî yê tenûrê bixwî pereyan li erdê dibînî.
Tu pê
li nanî bikî kor dibî.
Tu şîvê
nexwî şîv digirî.
Nanê
pêşîyê bixwî jina te yan jî mêrê te dimire.
Mirov nanî
navêje erdê guneh e.
Hûrikê
nan bixwî pereyan li erdê dibînî.
Nanê
ewil yê tenûrê bixwî mêr bî jina te jin bî mêrê te dimire.
Nanî li
erdê bibînin sê caran maçî dikin li enîya xwe didin û radikin.
Xêr û Guneh
Ev
bawerî xwe digihênin reh û rîşalên dînî. Mebest ji wan xêr û guneh in, mesela,
ji be rçîroka wna a dînî kuştina gumgumokê xêr e lê eva hechecik guneh e. Hinek
ji wan ev in:
Av li
agirî nedikirin digotin guneh e.
Roja
çarşemê xwe bişoyî guneh e.
Dibêjin
xwê li agirî mekin guneh e.
Tu
gumgumokan bikujî xêr e.
Kuştina
hechecikan guneh e.
Bendewarî
Bawerîyên
ku xwe li bendewarîyê digirin bêhtir bi rêya şibandinê xwe digihênin encamekê,
xuyaye ku di van bawerîyan da, tecrube û çavdêrîyeka baş jî heye. Hinek ji van
bawerîyan ev in:
Wextê
ku darikê çayê bi ser îskana çayê bikeve dibêjin mêvanê me heye.
Kefa
destê yekî bixure dibêje ji min ra pere tên.
Sol
dema ku diketin ser hev, berê yê li ser li kû bûya, digotin rêya ta bi wir ve
ye.
Hevîr
ji teştê bipekîya digotin mêvanên me hene.
Di nava
serê yekî da du gilolik hebin dibêjin du jinan dike.
Binê
lingê te bixure tu diçî cihekî.
Dema ku
zarokekî biçûk hundirê malê bimale dibêjin mêvanê me heye.
Dema ku
du kesan şer dikir ku û yekî bixwesta şerê wan gur bibe şimika xwe bi singalê ve
berovajî bi dar da dikir.
Mehkemeya
yekî hebe pisîka reş digirin dixin bin quşxaneya tenîkirî heta mehkeme biqede. Dibêjin
selamtî ye.
Bahoz
Baran
Nîşe: Ev bawerî bêhtir ji
derdora Amedê hatine berhevkirin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder